Ürün Açıklaması
Kilam Û Stranên Kurdî, Nirxên Me Yên Herî Buha Û Pîroz İn. Kilamên Kurdî Xeml Û Rewşa Civaka Me Ne, CihêKubarî Û Serbilindiya Me Ne Û Temînata Parastina Çand Û Zimanê Me Ne. Kilamên Me, Eynika Civak Û Gelê MeNe.Dengbêjiya Kurdî Çand, Huner, Dîrok Û Rastiya Me Ya Civakî Parast, Xwedî Kir Û Heta Roja Îro Anî. Di Demên HerîZor Û Zehmet De, Di Tarîstan Û Bêbextiya Dîrokê De, Li Hemberî Neyar, Dagirker Û Xiyanetê, Kilam Û Stranên MeWeke Kelehan Li Ber Xwe Dane Û Hebûna Me Parastine.Muzîk, Kilam, Sazbendî, Meqam, Dîlan, Destan Û Efsaneyên Kurdî Pir Xurt İn, Pir Bihêz İn, Pir Dewlemend İn, PirZindî Û Jiyanî Ne Û Pir Bibandor İn.Ev Berhem Li Ser Dengbêj Û Sazbendên Rewanê Ango Yên Kafkasyayê Hatiye Amadekiririn. Ji Avakirina RodyayêÊrîvanê Bigre Heta Nasîn Danasîna Gelek Dengbêj, Sazbend Û Berhemên Wan E.Di Serî De Hevpeyvîn Li Ser Jiyan Û Berhemên Dengbêj Û Sazbendên Wekî Egîdê Cimo, Karapêtê Xaço, FeyzoyêRizo, Dîlbera Wekîl, Memê Israfîl, Dilovan, Cemîla Celîl Û Bi Dehan Dengbêj Û Sazbendên Din Di Vê Berhemê DeCih Digirin. Ev Berhem Ji Bo Naskirina Dengbêj Û Sazbendên Kafkasyayê Berhemeke Herî Baş Û Kêrhatî Ye. HûnêBi Deve Wan, Wan Nas Bikin Bê Ka Ew Kê Ne Û Çi Kar Û Xebat Ji Bo Çanda Kurdî Kirine.