Saat 14:00'a kadar verilen siparişleriniz AYNI GÜN KARGO. 4500 TL ve üzeri KARGO BEDAVA
logo

    Nameyek Ji Xwede Re Ciwanmerd Kulek

    Yazar: Yayınevi: Avesta Yayınları

    Saat 14:00'e kadar verdiğiniz siparişler aynı gün kargoya verilir.
    Saat 17:00'e kadar verdiğiniz siparişler ertesi gün servise çıkar.

    Ürün Açıklaması

    “Deh Sal Berê Dema Min Dest Pê Kir Bi Kurdî Binivîsim, Pêşî Nivîsîna Vê Kitêbê Hebû Di Hişê Min De. Lê Hişê Min Têra Xwe Tevlihev Bû, Zimanekî Min Î Xurt Û Tekûz Tune Bû Ku Hemû Tiştên Ku Min Didîtin Li Nava Wî Hişî Rast Bike. Ji Bilî Rojnivîskên Ku Min Her Roj Dinivîsîn, Duyemîn Tişta Ku Min Bi Kurdî Dinivîsî Nameyin Bûn Ku Min Di Wan De Kurdiya Xwe Û Aşopa Xwe Ya Bi Vî Zimanî Diceriband Û Meşq Dikir. Li Aliyekî Min Gelek Tiştên Ku Li Hemanan Bûn Ji Bîra Min Biçin, Gelek Tiştên Ku Diviya Fêr Bibim Û Li Wan Bibanim, Hiş Û Aqlê Xwe Bi Wan Bitahmînim, Arava Wan Di Dilê Xwe Bidim, Li Aliyekî Jî Gelek Tiştên Ku Ez Derxim, Dahênim, Pêk Bînim, Biafirînim. Diviya Ez Û Ziman Bi Hawara Hev De Bihatana. Çunkî Ji Min Werê Bû Ku İhtiyaca Min Bi Wî, A Wî Jî Bi Min Hebû. Nameyên Ku Min Bi Wan Re Dem Dikişand, Dawiyê Veguherîn Şêwaza Yekane A Kitêba Ku Min Dixwest Binivîsim. Vêga, Heşt Sal Şûn De, Gava Vegeriyam Min Cardin Devê Vê Kitêba Yekem Vekir, Min Tiştek Pir Eşkere Dît: Şiyanê Têra Viyanê Nekiribû! Heçku Min Qet Neşiyabû Tiştên Ku Hizirîbûm Bikim, Tiştên Ku Min Kiribûn Jî Dûr Ketibûn Ji Tiştên Ku Min Xwestibû Bikim. Kêşe Ne Nihênî Bû, Ya Rast: Dema Ez Kor Bûm Û Ziman Kulek, Çiqas Mumkin Bû Ku Min Bizaniya Ku Dixwazim Çi Çawa Bikim Û Zimanê Min Rêber Û Piştevanekî Bikêrhatî Bû Ji Bo Vê Yekê?”

    Özellikler

    Barkod 3990000033851

    Katkıda Bulunanlar