Ürün Açıklaması
Eskerê Boyîk, Di Vê Dem Û Çaxa Me De, Yek Ji Nivîskarên Pênûsxurt Û Berhemdar Ên Kurdên Qafqasan E. Deftera Kurdekî Penaber Guldesteyek Ji Çîrokên Wî Ên Tehmdar E. Her Du Çîrokên Destpêkê - Deftera Kurdekî Penaber Û Bihar – Mîna Du Noveleyên Dirêj Jî Dikarin Bên Xwendin. Çi Ku Di Tehm, Teşe, Mantiq Û Avakarîya Wan De Hostetî Û Şopên Novelîstan Dîyar E. Her Wiha Temaya Çîrokên Di Deftera Kurdekî Penaber De Wê Enînivîsa Reş A Kurdan A Ku Her Tim Arîşedarîyên Nasnameyî, Serpêhatîyên Biêş Ên Kurdên Ku Ji Ber Deroderobûn, Zilm Û Zordarîya Hatiye Serî, Asîmîlasyon, Genîbûn, Xirabûn Û Deformebûna Kesayetîya Karakterên Kurd Li Xerîbîyê; Bi Gotineke Din Di Van Çîrokan De Xwendevan Yek Ji Bergeha Kurdên Sedsala Bîstemîn Ên Ji Cih Û Warê Xwe Dûrketî, Hatiye Dûrxistin Ango Sirgûn Bûne Û Li Welatên Xerîb Ku Tevî Nakokî Û Dilsozîyên Xwe Dijîn, Dibîne. Di Heman Demê De Boyîk, Bi Jêhatîbûna Hosteyekî Ji Metna Nav Destê Xwe Haydar, Xwendevan Bi Xwe Re Bera Nava Hûrgilîyên Jîyana Rojane Dide.