Saat 14:00'a kadar verilen siparişleriniz AYNI GÜN KARGO. 4500 TL ve üzeri KARGO BEDAVA
logo

    Dara Yayınları Dîwana Mela Ehmedê Heyderî - Kürtçe Divan Ve Şiir

    Yazar: Yayınevi: Dara Yayınları

    Saat 14:00'e kadar verdiğiniz siparişler aynı gün kargoya verilir.
    Saat 17:00'e kadar verdiğiniz siparişler ertesi gün servise çıkar.

    Ürün Açıklaması






    Mela Ehmedê Heyderî di çaryeka dawîn a sedsala XIX an û nîvê yekem ê sedsala XX an da jiyaye. Di van salan da edebiyata klasîk a Kurdî êdî hêdî hêdî serencama xwe biriye serî. Di vê qonaxê da Heyderî bi nûnertiyeke serkeftî va bûye yek ji xeleka dawîn a edebiyata Kurdî ya klasîk. Ev xebata me ya bi navê Dîwana Mela Ehmedê Heyderî; Metn û Lêkolîn, ji destpêkekê û çar beşan pêk hatiye. Di beşa yekem da em bi dûdirêjî li ser jiyana wî û bi kurtî jî li ser berhemên wî yên xeynî dîwanê sekinîne. Di beşa duyem da jî em li ser kesayetiya wî ya edebî û taybetiyên zimanê dîwanê rawestiyane. Her wiha di beşa sêyem da jî dîwan, ji aliyê şiklî va hatiye veçirîn. Beşa çaran jî ji metna bitenqîd a dîwanê ku bi berawirdkirina sê nusxeyan derketiye holê, pêk hatiye.


     


    Ey gelo tîrê ebîban ma di nar in roj û şev


    Ku qulûbê me ġerîban jî di ar in roj û şev


     


    Ez nizanim ev çi op û çi tifing in şev û roj


    Ev çi ceyş û çi eşem halimekar in roj û şev


     


    Çi eda û hûyêhay in ev çi coş in çi xurûş


    Çi xedengê tecerî ne çi ġedar in roj û şev


     


    Yan ji şerê saèetê te dî li min rabit qiyam


    Lew ji baġan tê heyahey kar û zar in roj û şev


     


    Latînîzekirin û amadekar: Önder Beyter.




    Özellikler

    Barkod 9786257304283

    Katkıda Bulunanlar