Ürün Açıklaması
Bêguman Her Kesek Rabîrduya Axa Ku Li Ser Dijî, Reh Û Riç, Malbat Û Binemala Xwe Meraq Dike. Lewma Di Mijara Rabirdûya (Mêjû Yan Dîrok) Xwe Û Axa Xwe De Dikeva Nav Hewldana Tevger Û Lêpirsînan. Ji Bo Însên, Daxwaza Hînbûna Rabirdûya Wî Û Axa Wî Rûdaneke Normal E. Ew Hewldan Ji Bo Kesên Xwedan Wijdan Peywir E Û Ew Peywir Jî Pîroz E. Bi Vê Yekê Ve Girêdayî Ev Xebat, Ji Bo Kesên Ku Mêjû Û Rabirdûya Adiyeman (Semsûr) Û Derdora Wê Ji Xwe Re Dike Mereq, Çavkanî Û Kanek E.ev Berhema Di Destê We De, Ji Sê Beşan Pêk Tê:di Beşa Pêşî De; Êl, Hoz (Eşîr), Kom Û Binemalên (Bav Û Bavik) Ku Di Serdema Osmaniyan De Jîr Û Jiyara Xwe Li Herêma Semsûrê Diborandin, Bi Awayekî Tesnîfkirî Hatine Nivîsîn. Ew Êl, Hoz Û Binemalên Ku Di Navbera Sedeya 16 Û 20’An De Li Herêmê Xuya Kirine, Tevî Şûn Û Warên Wan Hatine Nasandin, Pirsên Ku Di Der Barê Wan De Mijara Meraqê Ne, Li Gor Belgeyên Arşîva Osmaniyan Hatine Bersivandin.di Beşa Duduyan De; Rewşa Êl, Hoz Û Binemalên Kurd Ên Ku Di Salên Derdora 1970’Yî De Li Herêma Semsûrê Û Derdorên Wê Dijiyan Hatiye Nivîsandin. Ew Tespîtên Di Vê Beşê De Li Gor Xebat Û Raportên Serpiriştiya Giştî Ya Leşkerî (Genelkurmay) A Komara Tirkiyeyê, Hatine Kirin.di Beşa Paşîn De; Rewşa Êl, Hoz Û Binemalên Ku Îro Jî Jîr Û Jiyara Xwe Li Herêma Adiyeman (Semsûr) Û Derdorên Wê Diborînin, Lê Êdî Ji Vê Pê Ve Nikarin Bi Dab Û Nêrîtên Hozeyatî (‘Eşîretî) Tev Bigerin, Hatine Nasandin.di Vê Beşê De Li Ser Wateya Navê Êl, Hoz Û Binemalan Hatiye Rawestîn. Der Barê Mêjûya (Dîrok) Êl, Hoz Û Binemalan Ya Kurte De Hin Agahî Hatine Dayîn. Li Ser Dîn Û Ayîn (Bîr Û Bawerî), Nijad Û Zar Û Zimanên Ku Ew Êl, Hoz Û Binemal Pê Diaxivin Hin Agahî Hatine Parvekirin. Herî Dawî Jî Der Barê Şûn Û Warên Wan Êl, Hoz Û Binemalan De Hin Zanîn Hatine Parvekirin.hêvîdarim Xwandina Vê Berhema Ku Bi Şeklekî Nexşeya Genên Herêma Semsûrê Û Derdorên Wê Ye Tameke Dîrokî Di Bîra We De Bihêle Û Bibe Bersiva Pirsên We Yên Der Barê Herêmê De…